Li Diyarbekirê 2 milyon û 111 hezar û 50 serî kirkirk hat girtin

Li Diyarbekirê di operasyona dijî hişbirê da 2 milyon û 111 hezar û 50 serî kirkirk hat girtin

Li Diyarbekirê 2 milyon û 111 hezar û 50 serî kirkirk hat girtin

Li Diyarbekirê di operasyona dijî hişbirê da 2 milyon û 111 hezar û 50 serî kirkirk hat girtin.

Di daxuyaniya walîtiya Diyarbekirê da hat diyarkirin ku tîmên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ji bo terorîstan berteref bikin, şikeft û sitargehên ku endamên rêxistinê bi kar tînin tesbît bikin sîlah, cebilxane û amûrên wan bigrin, têkiliya terorîstan, kesên hişbirê diajon û bazirganiya hişbirê dikin eşkere bikin li çil û çiyayên Haniyê operasyon kirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku 10ê tîrmehê di saet 21.00ê da dest bi operasyonê kirin û operasyon 12yê tîrmehê di saet 22.00yan da hat temamkirin.

Hat destnîşankirin ku di operasyonê da li 22 ciyê cuda jî 2 milyon û 111 hezar û 50 serî kirkirk girtin. Di lêgerîna li herêmê hat kirin da 3 hezar û 630 mêtro boriya avê û 8 motorên avê jî hatin bidestxistin. Kirkirka ku hat girtin bi melzemeyên din ra li heman ciyî hatin îmhekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Tîrmeh 2019, 16:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE