Mahmut Sertê Serokê Odeya Dermanfiroşan a Diyarbekirê got ku "Li Diyarbekirê jî me ji 370 dermanxaneyên xwe bêpere 2 milyon û 155 hezar maske belavî 431 hezar welatiyên xwe kir."
Sert di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di têkoşîna tenduristiyê ya ku jidî şewba Kovîd-19ê tê dayîn da wek dermanfiroş cihê xwe girtin.
Sert bi bîr xist ku dermanfiroşan bi awayekî dilxwaz peywira belavkirina maskeyan hildan ser xwe û heta niha li tevahiya welêt ji 26 hezar û 747 dermanxaneyan 80 milyon maske belavî 16 milyon welatiyan kirin.
Sert ev gotin:
"Li Diyarbekirê jî me ji 370 dermanxaneyên xwe bêpere 2 milyon û 155 hezar maske belavî 431 hezar welatiyên xwe kir. Ez spasiya hemû hempîşeyên xwe yên ku peywireke girîng a kamuyê hildan ser xwe dikim. Ji 7ê gulanê pê va Wezareta Bazirganiyê bihayê jor ê heba maskeyên cerrahî wekî lireyek diyar kir. Di vê çarçoveyê da market, dermanxane, fîrmayên medîkal ên ku cîhazên tibî difroşin û ji ser platforma bazirganiyê ya elektronîk dê bikarin maskeyên cerahî bifroşin. Helbet divê bikarin xwe bigihînin maskeyan. Lêbelê ji ber ku maske berhemeke tibî ye divê ji cihên ewledar bê peydakirin."AA