Li Diyarbekirê 22 milyon serî kirkirk hat girtin

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di 10-11ê hezîranê da li Yalaza, Ortaç, Baxlan û Kabakayaya gundên Liceyê operasyon birin ser 344 ciyên hatibûn tesbîtkirin.

Li Diyarbekirê 22 milyon serî kirkirk hat girtin

 Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku di operasyona narko-terorê ya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li Liceya navçeya Diyarbekirê kir da 22 milyon serî kirkirk hat girtin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ku Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan xêncî berterefkirina çekdarên PKKya rêxistina terorê ji bo pêşîlêbirîna bazirganiya hişbirê jî operasyonan didomîne. Rêxistina terorê ji bazirganiya hişbirê dahateke mezin bi dest dixe.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di 10-11ê hezîranê da li Yalaza, Ortaç, Baxlan û Kabakayaya gundên Liceyê operasyon birin ser 344 ciyên hatibûn tesbîtkirin.

Hat ragihandin ku di operasyonê da 22 milyon serî kirkirk, 700 hezar serî skunk,188 kîlo esrara toz, 2 kîlo esrara parçekirî, 10 motorên avê, 36 hezar mêtro boriyên avdanê hat girtin û der heqê 225 şikbaran da jî karûbarên fermî hatin dîtin.

Dîsa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bi îmhekirina kirkirkê va pêşî li çêkirina 520 toz esrara toz hat birîn. Bi vî awayî pêşî lê hat birîn ku rêxistin 5,2 milyar lireyî qezenc neke.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE