Li Diyarbekirê 3 pirtûk û fermana ku li ser çerm hatine nivîsandin hatin bidestxistin

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, Fermandariya Cendirmeya Bajêr di encama xebatan da agahî bi dest xist ku 3 gumanbarên ku li navenda navçeya Bismilê dijîn, seba firotina berhemên dîrokî li kiryaran digerin.

Li Diyarbekirê 3 pirtûk û fermana ku li ser çerm hatine nivîsandin hatin bidestxistin

Li Diyarbekirê 3 pirtûk û fermana ku li ser çerm hatine nivîsandin û sandoqeke kevin ku li gor nirxandinê berhemên dîrokî ne, hatin bidestxistin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, Fermandariya Cendirmeya Bajêr di encama xebatan da agahî bi dest xist ku 3 gumanbarên ku li navenda navçeya Bismilê dijîn, seba firotina berhemên dîrokî li kiryaran digerin.

Li termînala otobêsan a navçeyê di 16ê adarê da operasyon hat kirin û dema ku gumanbaran berhemên dîrokî difrotin, hatin girtin.

Li ser gumanbaran 3 pirtûkên ku li ser çerm hatine nivîsîn, fermaneke ku li ser çerm hatiye nivîsîn bi ebata 15x20 santêm sandoqeke kevin ku li gor nirxandinê berhemên dîrokî ne, hatin bidestxistin.

Berhemên dîrokî yên ku hatin bidestxistin, teslîmî Midûriya Muzeyê kirin.

Der heqê bûyerê da 6 gumanbar hatin binçavkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Adar 2020, 16:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE