Li Diyarbekirê di operasyonên hişbirê yên ku hatin lidarxistin da 327 kîlo û 700 gram esrar hat bidestxistin, 10 kes hatin girtin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr ji bo pêşîlêgirtina firotin û emilandina hişbirê, nehêlin ku rêxistinên terorê ji ser hişbirê fînansmanê bi dest bixin di navbera 5-12ê gulanê da li navenda bajêr, Bismîl, Sîlvan û Dîcleyê 26 operasyon kirin.
Di operasyonan da 327 kîlo û 700 gram esrar, 2,33 gram eroîn, 8,02 gram hişbira sentetîk, 176 hebên hişbirê hat bidestxistin.
Ji 28 kesên hatibûn binçavkirin 10 kes hatin girtin.AA