Li Diyarbekirê "3.Hevdîtina Aliman"

 Li Diyarbekirê "Hevdîtina Aliman ya 3yemîn" ya ku Yekîtiya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHAD) li dar dixe, dest pê kir.

Li Diyarbekirê  "3.Hevdîtina Aliman"

 Li Diyarbekirê "Hevdîtina Aliman ya 3yemîn" ya ku Yekîtiya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHAD) li dar dixe, dest pê kir.

Bernameyê li navçeya navend a Yenîşehirê di avahiya komeleyê da bi xwendina Qur'ana Pîroz va dest pê kir û wê du rojan dewam bike. Digel Tirkiye ji welatên wek Iraq, Îran, Sûriye, Lubnanê nûner beşdarî bernameyê bûn.

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADê Enver Kiliçaslan di bernameyê da bi Kurdî axivî û got ku ew li ser pirsgirêkên erdnîgariya Îslamê sekinîn.

Kiliçaslan diyar kir ku li gelek erdnîgariyên Îslamê misilman tengasiyê dikşînin û wiha dewam kir, "Îsraîl 60 sal e zilmê li Filistîniyan dike. Li Sûriye, Yêmen û Efxanistanê hevdînên me rastî tengasiyên mezin hatin. Alim dikarin werin bal hev û ji bo çareserkirina pirsgirêkên ometa Îslamê çareseriyan bibînin. Berterefkirina van pirsgirêkên alema Îslamê tenê bi van hewildanên aliman va pêkan e."

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADê Mehmet Şenlîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Ji bo ku alim ometê şiyar bikin û serwext bikin, wezîfeyên wan li vê derê tên bibîrxistin û xeberdan. Berpirsiyariyên aliman wê werin destnîşankirin bê ka çi ne. Her kes wê li ser tengasiyên ometê pêşniyazên xwe bibêje. Li gor van pêşniyazan hişmendiyeke hevpar wê were çêkirin û em ê bi hev ra nexşerêyekê kifş bikin. Ez hêvî dikim ku di dawiya civînê da seba ometê encamên bixêr derkevin. Alim dikarin civata razayî şiyar bikin. Lê heke alim razên, gel radizê. Divê alim şiyar bimînin û rê nîşanî merivan bidin."

Piştî axaftinan rûniştina "Tifaqa Navbera Ilman, Berpirsyariya Aliman û Pêdiviya Çêkirina Yekîtiyê" hat kirin. Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Dinyayê Prof. Dr. Elî Qeredaxî di rûniştinê da axivî û li ser mijara "Ji Aliyê Mifredat û Naverokê va Pêşxistina Medreseyan" pêşkêşiya xwe kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Cotmeh 2018, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE