Li Diyarbekirê 4 zarokan xercaneyên xwe bexşandin herêmên şewatê û lehî lê rabûbûn

"Ez ji bo wezîfeya xwe ya însanetiyê bi cî bînim dixwazim alîkariya wan bikim. Ev yek wê zêdetir dilê min xweş bike."

Li Diyarbekirê 4 zarokan xercaneyên xwe bexşandin herêmên şewatê û lehî lê rabûbûn

Li Diyarbekirê 4 zarokên ku xercaneyên xwe berhev kiribûn wek piştgirî ji herêmên mexdûrên şewat û lehî lê rabûbûn ra şandin.

Yek jê keçik 4 zarokên li bajêr ji bo piştevaniya "Kampanyaya Alîkariya ji bo Afatên lehî û Şewatê" ku AFADê dabû destpêkirin bikin xwestin xercaneyên xwe bidin.

Malbatên zarokan bi Midûriyeta Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ra têkilî danîn û daxwaza zarokan bi wan ra parve kirin. Ekîbên AFADê jî çûn wan malan zarok hildan û anîn Midûriyeta Bajêr û çente û pazil diyarî wan kirin.

Zarokên biçûk bi navbeynkariya ekîbê va çûn banqeyê û pereyê ji qumbereyên xwe derxistin razandin ser hesabê ku ji bo alîkariyan hatibûn vekirin.

Ji zarokan Îbrahîm Gunayê 12 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo kirîna duçerxeyê wî pere berhev dikir û wiha domand: "Ez pereyê xwe ji kesên ku ji me zêdetir hewcedariya wan pê heye ra dişînim. Ez dikarim dîsa pere berhev bikim û pê bisiqlêtê bikirim. Alîkariya ku meriv bide hev gelekî xweş e. Ew bexşa ez ji bo mexdûrên afatê dikim ji duçerxeya ku minê bikiriya zêdetir dilê min xweş dike."

Ganîme Azra Kayaya 9 salî jî got ku wê ji bo kirîna tablêtekê pere berhev dikir û wiha domand: "Min di têlevizyonê da dît ku ji ber lehiyê mal hilweşiyane. Ez ji bo wezîfeya xwe ya însanetiyê bi cî bînim dixwazim alîkariya wan bikim. Ev yek wê zêdetir dilê min xweş bike."

Hozan Alî Kayayê 8 salî jî got ku malbata wî 5 roj berê duçerxeya wî dixwest jê ra kirîne û wiha domand: "Ez jî fikirîm ku ew pereyê min ji bo kirîna duçerxeyê berhev kiribû ji mexdûrên afatê ra bişînim."

Muhammet Sacît Kaya jî got ku bo kirîna leptopê wî jî pere berhev kiribû lê wî ew pere ji mexdûrên afatê ra şand.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE