Li Diyarbekirê di operasyonê da 448 kîlogram esrar hat bidestxistin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji bo kesên bazirganiya hişbirê dikin tespît bikin û têkiliya wan a bi rêxistina terorê ra nîşan bidin û wan teslîmî edaletê bikin xebatên xwe didomînin.
Li navçeya Liceyê li taxa Çavundurê û li navçeya Qulpê jî li taxên Yukluce û Hambujê operasyona ku di çarçoveya Operasyona Yildirim-7ê da hatibû destpêkirin biserkeftî temam bû.
Di operasyonê da 381 kîlogram toz û 67 kîlogram jî skunk tevahî 448 kîlogram esrar, 2 tivingên piyadeyê yên keleş, 3 şarjor, 40 fîşeng, 9 sîwanên germahiyê di hundirê xwe da diparêze hat bidestxistin.
Ji bilî vê di 4 şikeftan da 14 tup, ocaxên li malên tên bikaranîn, firina mîkrodalga, 27 pîl, 2 tulimên razanê, 5 betaniye, 2 cil û bergên berfê yên kamuflajê dikin, alavên tenduristî û jiyanê û pirtûkên naveroka wan ji agahiyên rêxistiî pêk tê hatin bidestxistin.AA