Li dorbera Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona cendirmeyan da 5 milyon û 430 hezar kok kirkirk û 63 kîlogram esrar hat qefaltin û 15 şikeftên terorîstan hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê ekîbên Fermandariya Cendirmeyan ya Diyarbekirê ji bona berterefkirina terorîstên PKKyê, tesbîtkirina şikeft, sitargeh û cebilxaneyên endamên rêxistinê û rêlibergirtina ticaret û ajotina hişbirê li dorbera Liceyê derketin operasyonê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin 30ê Hezîranê di saet 21.00an da bi beşdariya Hereketa Taybet ya Cendirmeyan, Tîma Komandoyan ya Cendirmeyan û gundparêzan operasyon dest pê kir û operasyona ku tê da bi tevahî 65 tîm, 2 Skorsky, 2 firokeyên Atakê û ÎHA hatin emilandin duh di saet 22.00an da bi serkeftî temam bû.
Hat diyarkirin di operasyonê da 15 şikeftên terorîstên PKKyê û amûr û melzemeyên curbecur yên di şikeftan da hatin îmhekirin.
Li gor agahiyan di lêgerîn û teqîbata li çolê da di bîdonên ku kiribûn erdê da 63 kîlogram esrar, li 72 ciyên cuda bi tevahî 5 milyon û 430 hezar kok kirkirk û di nav zeviyan da 25 hezar mêtro xortima avdanê, boriya avê û motora avê hat qefaltin.
Hat diyarkirin li herêma operasyonê di lêgerînên edlî da 452 kes û 96 wesaît hatin kontrolkirin û li gor Qanûna Eskeriyê teblîxat dan 4 kes û hatin berdan.
AA