Li Diyarbekirê 60 fîrmayên tekstîlê dê tesîsên xwe ava bikin

Di çarçoveya projeyê da li ser rêya Diyarbekîr û Elezîzê li ser 129 hektar erdê Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Tekstîlê ya Diyarbekirê hat avakirin.  

Li Diyarbekirê 60 fîrmayên tekstîlê dê tesîsên xwe ava bikin

60 fîrmayên tekstîlê yên ku navenda wan li Stenbolê ne wê li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Tekstîlê ya Diyarbekirê tesîsan ava bikin. 

Ji bo veberhênan li Diyarbekirê Komaleya Karsaz û Sanayiya Tekstîlê ya Başûrê Rojhilatê projeyek hat amadekirin. Ji bo tetbîqkirina projeyê Walîtiya Diyarbekirê û Ajansa Pêşketinê ya Diyarbekirê jî piştgirî da. 

Di çarçoveya projeyê da li ser rêya Diyarbekîr û Elezîzê li ser 129 hektar erdê Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Tekstîlê ya Diyarbekirê hat avakirin.  

Li herêmê ji bo 60 fîrmayên tekstîlê ku ji xwe ra tesîsan ava bikin erd hat tehsîskirin. 

Ji bo avakirina tesîsan hin fîrmayan dest bi xebatê kir. 

 "Li herêmê potansîyeleke mezin heye, me xwest vê binirxînin"

Serokê Rêveberiya Lijneya Tekstîla Fermuarê ya Fermaşê Şerîf Ozhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 40 sal in vî karî li Stenbol û Çorluyê dikin û wiha axivî: 

"Em niha jî li Diyarbekirê ser erdekê qasî 12 hezar mêtroqare tesîsekê ava dikin. Li tesîsa me înşellah 120 kes wê bixebitin. Li Çorlu û Stenbolê jî tesîsên min hene. Ev demeke dirêj e karker bi dest me nakevin. Me jî got em ê biçin herêmê. Li Diyarbekirê karker zehf in. Ji aliyê din ji ber sepana teşwîqê di veberhanên me yên ku em li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dikin, mesrefa me kêmtir dibe." 

 "Em ê di sala 2020î da dest bi kar bikin"

Serokê Lijneya Rêveberiya Tekstîla Sabrayê Sabrî Yilmaz jî got ku ew 33 sal e li Stenbolê karê cil û bergan dike. Yilmaz got ku ew ê li Diyarbekirê tesîseke ku herî kêm 100 karker tê da bixebitin ava bikin û wiha axivî:

"Tesîsa me heta salekê wê bê avakirin. Em ê di sala 2020î da jî înşellah dest bi kar bikin. Li Stenbolê karker bi dest me nakevin. Em bi saya sepana teşwîqê hatin herêmê. Em ê veberhênanê xwe ji vir şûn da piranî li bajarên herêma navxeyî, rojhilat û li başûrê rojhilatê Anadoluyê bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tîrmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE