Li Diyarbekirê 7 ambulans ketin xizmetê

Ambulansên ji bo Diyarbekirê hatibûn amadekirin bi merasimê li Îstasyonên Tenduristiya Acil hatin belavkirin...

Li Diyarbekirê 7 ambulans ketin xizmetê

Ambulansên ji bo Diyarbekirê hatibûn amadekirin bi merasima hat lidarxistin va li Îstasyonên Tenduristiya Acil hatin belavkirin.

Saît Avşarê Midûrê Bajêr di merasima li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr hat lidarxisin da axivî û diyar kir ku di 5 mehên ewil ên îsal da Wezareta Tenduristiyê 11 ambulans texsîs kirin.

Avşar bal kişand ku Xizmetên Tenduristiya Acil ji bo filitandina nexweş û birîndaran girîng e û wiha pê da çû: "Em xizmetên girîng didin û ji welatiyan jî dixwazin ku bira rê bidin ambulansên me."

Paşê anaxtarên ambulansan li personelan hatin belavkirin.

Dr. Hakan Karakaşê alîkarê Midûrê Tenduristiyê yê Diyarbekirê, Levent Baykayê Alîkarê Serokê Xizmetên Tenduristiya Acil û xebatkarên tenduristiyê beşdarî merasimê bûn.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Hezîran 2019, 15:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE