Li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona ku hat kirin da 7 milyon û 571 hezar serî kirkirk û tonek û 600 kîlo esrar hat bidestxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Fermandariya Cendirmeya Bajêr ji bo ku delîlên têkiliya navbera PKKya rêxistina terorê û kesên ku hilberîn û firotina hişbirê dikin, werin tesbîtkirin, hişbira ku hatiye veşartin û kesên ku hişbir veşartine wan teslîmî edaletê bikin, li Baglan û Kabakayaya taxên gundewar ên Liceyê "Operasyona Narkoterorê ya Şehîd Cendirmeyê Er Muammer Gur" bi serkerftî hat temamkirin.
Di operasyonê da li 89 cihên cuda 7 milyon û 571 hezar û 62 serî kirkirk, li nav çaliyên ser erazî di nav poşêt û çewalan da tonek û 600 kîlo esrar, 8 hezar û 400 mêtre borî û xortoma avê ya ku kirkirk pê av didan û 6 motorên avê hatin dîtin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Li navçeya Liceyê 4 sal e ev qas kirkirk di carekê da nehatibû bidestxistin. Hişbir hat îmhakirin û pêşî li ber jehrîkirina bi milyonan welatiyên me hat girtin."
AA