Li Diyarbekirê 85 kîlo esrar hat girtin

Di operasyonê da 85 kîlo esrar hat girtin û 3 şikbar hatin binçavkirin....

Li Diyarbekirê 85 kîlo esrar hat girtin

Li Diyarberkirê di operasyonê da 85 kîlo esrar hat girtin û 3 şikbar hatin binçavkirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr îxbar hildan ku 2 kes ji bo hişbira di destê xwe da sewqî Edeneyê bikin li wesayîtê digerin.

Piştî teqîbata fizîkî hat tesbîtkirin ku şikbar li tanga Çaxdaşa gundê Licê esrarê li wesayîtê bar dikin. Ekîban wesayît teqîb kir û dema hate Kayapinara navçeya navend dan sekinandin.

Ekîb li wesayîtê geriyan û di lêgerînê da 85 kîlo û 52 qiram esrara poşetkirî ya ji bo firotinê hatiye hazirkirin dîtin.

Karûbarên li fermandariyê yê 3 şibarên di operasyonê da hatin binçavkirinê hê dewam dikin.AA

Dîroka nûkirinê: 09 Nîsan 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE