Li Diyarbekirê amadehiyên cejnê

Ji bo eyda Remezanê qedayifê çêdikin

Li Diyarbekirê amadehiyên cejnê

Dibêjin ger meriv di nav sohbetê de şîranîyê bixwe, sohbet xweştir dibe. Her kes dixwaze mêvanên xwe, nemaze jî yên eydê bi şîraniyên herî xweş biezimîne. Bi taybetî jî qedayifa navdar a badayî bûye şîraniya cejnê…

Ji bajarê Diyarbekirê derket û niha li gelek bajaran tê firotin.

Qedeyif bi taybetî di cejnê de zahf tê çêkirin...

Piranî jî bi ked û xîreta hostayên Çewlikî bi ard, fistiq û gûzan tê çêkirin.

Niha li dikanên qedeyifê jî kelecana eydê ye.

Lewra ji bo şîraniyê bigihînin mişteriyên xwe, hosta bi şev û roj dişixulin.

Piştî amade dibe bi fistiqan peşkeşî mêvanan dibe.

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 16:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE