Îhaleya Baxçeyê Gel ê Yenîşehirê ku dê li Diyarbekirê şûna stadyuma berê were avakirin, hat kirin.
Midûrê Jîngeh û Bajarvaniyê yê Parêzgehê Nurullah Bilgin di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da da bibîrxistin ku li ser 150 donim erdê di navbera Baxçeyên Hevselê û sûrên dîrokî da çendek berê bi 24 milyon lire çavkanî va baxçeyê gel ê bajêr ê ewil hat avakirin.
Bilgin diyar kir ku bi telîmata Serokomar Recep Tayyip Erdogan dê ciyên stadyumên berê bi destê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê wekî baxçeyên gel tên verastkirin û lewma jî di vê çarçoveyê da wan xebat da destpêkirin ku şûna stadyuma berê ya navçeya Yenîşehirê ku 55 donim e, Baxçeyê Gel ê Yenîşehirê were avakirin.
Bilgin bal kişand ku di vê çarçoveyê da îhale bi berdêla 36 milyon û 330 lireyî va hat kirin.
AA