Li Diyarbekirê baxçeyê milet tê çêkirin

Li Diyarbekirê baxçeyê milet yê ewil li navçeya Sûrê ku bi êrîşên terorîstên PKKyî va zirareke mezin dîtibû, tê çêkirin.

Li Diyarbekirê baxçeyê milet tê çêkirin

Li Diyarbekirê baxçemilet yê ewil li navçeya Sûrê ku bi êrîşên terorîstên PKKyî va zirareke mezin dîtibû, tê çêkirin.

Li Sûrê ji bo ku şopên terorê werin paqijkirin xebatên îhya û înşayê yên Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dewam dikin. Di çarçoveya xebatan da projeyên siruşt û dîrokê yek û yek tên çêkirin.

Li Îçkaleya ku ji ber êrîşên terorê demeke dirêj ji bo ziyaretan hat girtin, 27 sehabiyên şehîd lê definkirî ne û Mizgefta Hezretî Silêman lê ye. Li qada Îçkaleyê li ser 115 donim erazî hat îstimlaqkirin.

Wezaretê seba baxçeyê milet nêzî 24 milyon lire terxan kir ku li Sûrê were çêkirin. Bi çêkirina baxçeyê milet va 150 donim erazî wê bibe qadeke hêşinahiyê.

Qaymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, piştî ku hêzên ewlehiyê navçe ji terorîstên PKKyî safî kir, seba îhyakirina Sûrê xebatan lez û bez dest pê kir.

Çîftçî got, "Baxçeyê milet yê ewil ê Diyarbekirê li Sûra dîrokî tê çêkirin û herî zêde jî li Sûrê tê." û destnîşan kir ku li aliyekê baxçeyê milet Çemê Dîcleyê heye û ji aliyekê va Baxçeyê Hevselê pê va dixûyê.

Çîftçî got ku tê hedefkirin ku Baxçeyê Milet di nav 3 mehan da were kutakirin û bi baxçe va cazîbeya Diyarbekirê wê zêdetir be.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Kanûn 2018, 16:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE