Şaredariya bajarê mezin a amedê, di betlaneya 15 rojan de, ji bo zarokan çalakiyek li dar xist. Zarok di bernameyê de him lîstin him jî meslekên di xeyalên xwe de kirin.
Personelên agirkujiyê û diktorên biçûk têra dilê xwe kêf kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku di rojên dawî yên betlaneyê de zarok kêf bikin bernameyeke rengîn li dar xist.
Zarok him têra dilê xwe lîstin him jî meslekên di xeyalên xwe de kirin.
Piraniya wan dixwaze gava mezin bin bibin diktor û xebatkarê agirkujiyê..
Ji seranserê bajêr nêzî hezar zarok beşdarî çalakiyê bûn.