Li Diyarbekirê êdî ketina avahiyên kamûyê dê bi koda HESê be

Li Diyarbekirê êdî ketina avahiyên kamûyê dê bi koda HESê be

Li Diyarbekirê di çarçoveya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de dê di ketina avahiyên sazî û dezgehên kamûyê de sepana Mal Têra Jiyanê dike (HES) bê bikaranîn. 

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, Lijneya Parastina Tenduristiya Giştî ya Wîlayetê, zêdebûna pêketinên di rojên dawîn de berbiçav girt û bi mebesta sitendina hinek tedbîrên din yên li dijî Kovîd-19ê civiya.

Di civînê de ya ku bi serektiya Walî Munîr Karaloglu hat lidarxistin, bi mebesta rêlibergirtina belavbûna nexweşiyê, biryar hat dayin ji 7ê îlonê şûn da dê ji ser sepana Mal Têra Jiyanê dike (HES) va dê welatiyên ku bên pesendkirin îzna wan a ketina sazî û dezgehên kamûyê bê dayin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE