Li Diyarbekirê dayikeke din ji bo kurê xwe li ber HDPyê dest bi çalakiyê kir

Li Diyarbekirê dayikeke din a îdia dike ku kurê wê yê 17 salî revandine çiyê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştê da destpêkirin.

Li Diyarbekirê dayikeke din ji bo kurê xwe li ber HDPyê dest bi çalakiyê kir

Çalakiya rûniştinê ya Fevziye Çetinkayayê ya ji ber îdiaya kurê wê yê 17 salî revandine çiyê li ber Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê dewam dike.

Çetinkaya bi mêrê xwe Şahap û 4 zarokên xwe va li ber Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê didomîne.

Çetinkayayê bi kurdî daxuyanî da rojnamevanan û got 4 roj in tu xeber ji kurê wî tune.

- "Heya gedê min nedin ez ji vir naçim"

Dayika Fevzîye got kurê wê 4 roj berê ji wê ra gotiye ewê herê futbolê bilîze, ji mala wan a Egîlê derketiye û ji wê rojê pê va tu xeber ji wî nehatiye.

Çetinkayayê anî ziman wan di 30ê tebaxê da telefonî kurê xwe kiriye lê ji ber ku telefon girtîbûye wan xwe negîhandiye wî.

Ji bo ku kurê wî bê dîtin û teslîmî wê bê kirin Çetînkaya wê çalakiya xwe ya rûniştinê bidomîne û wiha axivî: "Ez ji wan (HDP) tu tiştekî naxwazim, bila gedê min bidin min. Min ji wan ra got gedê min bidin min, tiştekî din naxwazim'. Dibêjin 'nehatiye vira'. Heke nehatibe vira gede çû ye ku. Gede li vira ye, li vira ye. Heke veşartine, heke birine çiyê, çi kirine nizanim. Heya gedê min nedin ez ji vir naçim."

Çetinkayayê daxuyand nexweşiyê şekir û tansiyonê bi wê ra heye, wê mala xwe ya li gund kilît kiriye bi mêr û zarokê xwe va hatiye ku kurê xwe bibîne.

Fevzîye Çetinkayayê got kurê wî alayên HDPyê li mala wan va daliqandiye, dema ji wî ra telefon dikirin jî kurê wê digot "pêşbirk heye" û ji wê ra nedigot ka ew bi kî ra diaxive.

Çetînkaya got HDPyê kurê wê revandiye û wiha dewam kir: "Wellehî, bîllehî HDPYê gedê min bir, wana bir. Li ser Qur'anê sond dixwin. Hûn qurbana Qur'anê bin. We gedê min biriye."

- "Kar didin zarokên xwe, wan didin xebatê, lê zarokên xelkê jî dişînin çiyê"

Şahap Çetinkayayê bavê kurikê winda ye jî got kurê wî beşdarî hemû çalakiyên HDPyê dibû û got ji 30ê Tebaxê vir va kurê wî tune.

Çetînkaya wiha axivî: "Ji vir pê va neçûye cihekî din. Kar didin zarokên xwe, wan didin xebatê, lê zarokên xelkê jî dişînin çiyê. Nexwe evqasî dixwazin bila ewil zarokên xwe bişînin. Zarokên mirovên feqîr û hêsîr ên mîna min dişînin. Evqas zulim nayê kirin. Sûcê min çi ye, gunê min çi ye? Ez kurê xwe dixwazim, tiştekî din naxwazim. Me di nav şertên zehmet da van zarokan mezin kir, şande dibistanê."

M. Çetinkayayê birayê S.Çetinkaya jî got birayê wî ji xwîşka xwe ra gotiye ewê bê mala wê xwarinê bixwe lê nehatiye û wiha dewam kir: "Her roj digot 'ezê herim çiyê'. Her tim diçû partiyê."

Li Diyarbekirê jimara malbatên ku bi îdiaya zarokên wan revandine çiyê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin derket 4an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE