Li Diyarbekirê di 15ê Temûzê de dê xizmeta veguhastina bi komî bê ucret be

Li Diyarbekirê di 15ê Temûzê de dê xizmeta veguhastina bi komî bê ucret be

Li Diyarbekirê di 15ê Temûzê de dê xizmeta veguhastina bi komî bê ucret be.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, ji aliyê Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve biryar hat dayin ku bi boneya 6emîn salvegera hewla derbayê ya namerd de, xizmeta veguhastina bi komî bê ucret be.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemî wesayitên bi komî yên şaredariyê seranserê rojê dê ucretê ji welatiyan nexwaze û wiha hat gotin:

"Bi mebesta ku welatî bi asanî xwe bigihînin çalakiyan, dê seferên rîng werin lidarxistin. Bi vê biryara ku hat dayin, ji Parka Şehîdan a 15ê Temûzê heta Deriyê Çiyê xeta rîngê hat danîn. Rînga ku dê ji Seat 18ê şûn da destpê bike, dema otobus kapasîteya xwe ya rêwiyan tije kir, dê hereket bike. Heta saet 00.30î dema temambûna çalakiyan li ser heman guzergahê dê seferên vegerê werin lidarxistin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE