Li Diyarbekirê di kar û barên birîna mehrê da qerebalixî çêbû

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Baglarê hat dayîn, piştî ku normalîzebûna gavbigav dest pê kir, di roja ewil da mehra 6 bûk û zavayan hat birîn.

Li Diyarbekirê di kar û barên birîna mehrê da qerebalixî çêbû

 Li navçeya Baglarê di çarçoveya tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da pişt ku normalîzebûna gavbigav dest pê kir, di kar û barên birîna mehrê da qerebalixî çêbû.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Baglarê hat dayîn, piştî ku normalîzebûna gavbigav dest pê kir, di roja ewil da mehra 6 bûk û zavayan hat birîn.

Heta meha tebaxê jî seba birîna mehra 400 bûk û zaveyan serlêdan hat kirin.

Handan Eker Taşkenta Midûra Mehrbirînê ya Şaredariya Baglarê mehra Cahît Kortepe û Gurbet Doganayê birî û li pêşiya şahidan cizdanê mehrbirînê da bûk û zavê.

Taşkentê wiha got, "Qerebalixî heye, serlêdan pir zêde ye, lê em ji vê gazin nakin. Ya girîng ew e ku welatiyên me li vê derê kêfxweş bibin û wisa vegerin mala xwe. Em kêfxweş in ku vê pêbaweriyê didin welatiyan."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE