Li Diyarbekirê di malekê da 3 cesed hatin dîtin

Ekîban derî ji ber da xistin û ketin malê, di malê da cesedê Omer Baranê parêzer, Mujde Barana xanima wî û cesedê Mahsun Akbaşê (33) parêzerê stajyer dîtin.

Li Diyarbekirê di malekê da 3 cesed hatin dîtin

Li Diyarbekirê di malekê da cesedê 3 kesan hat dîtin.

Li gor agahiyên hatin sitandin, li ser îxbara kesên nikaribûn bigihîştina eqrebeyên xwe, ekîbên polês û tenduristiyê sewqî mala li Kuçeya 4an a Alî Emîrî ya li Yênîşehirê kirin.

Ekîban derî ji ber da xistin û ketin malê, di malê da cesedê Omer Baranê parêzer, Mujde Barana xanima wî û cesedê Mahsun Akbaşê (33) parêzerê stajyer dîtin.

Di malê da hat tesbîtkirin ku bîna xazê tê li ser vê di kontrolê da hat dîtin ku ocaxeke li mitfaxê vekirî maye.

Ji bo otopsiyê cinaze rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku sedema teqez a mirina wan wê piştî otopsiyê kifş bibe.

Eqrebayên Baran û hin hevpîşeyên wî hatin cihê bûyerê.

Hat gotin ku parêzer Baran nabîna bû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE