Li Yenîşehira navçeya Diyarbekirê di malekê da şewat derket kesek mir, 22 kes jî ji dûmanê aciz bûn.
Li Taxa Ezîziyeyê di qata 20emîn ya avahiyekî 25 qatî da ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Piştî cab dayînê polês, tîmên agirkujê, AFADê û Tenduristiya Acil a 112yê hatin cihê şewatê.
Qasî 10 wesayîtên agirkujê, 40 xebatkarên agirkujê, 2 wesayîtên AFADê û 10 xebatkarên AFADê hewl dan ku agir bê vemirandin.
Agir hat vemirandin, 23 kesên di nav da xebatkarên agirkujê jî hene ji dûmanê aciz bûn.
Ji wan 8 kes li cihê bûyerê hatin dermankirin, 15 kes jî rakirin nexweşxaneyan. Ji van kesan Huseyîn Çelîk (27) li nexweşxaneyê mir.
Hat ragihandin rewşa 2 xebatkarên agirkujê giran e.
Walî çû ziyareta nexweşan
Waliyê Diyarbekirê Alî Îhsan Su çû nexweşxaneyê û kesên ji dûmanê zirar dîtine ziyaret kir.
Su lî ser hesabê xwe yê medyaya civakî got rehma Xwedê li kesê di şewatê da mir be û ji bo nexweşan jî şifa xêrê xwest.
AA