Li Diyarbekirê di operasyona dijî terorê da 14 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê birêva bir da di nav kesên hatin binçavkirin da Hatîce Kocaman a berê Parlementera HDPê ya Sêrtê bû jî heye.

Li Diyarbekirê di operasyona dijî terorê da 14 kes hatin binçavkirin

 Li Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê ya ku tê birêvebirin da Parlementera HDPê ya Sêrtê ya berê Hatîce Kocaman jî di nav da 14 kes hatin binçavkirin.

Lêpirsîna der barê 17 kesên hat tespîtkirin ku endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a qaşo "merciya zagonsaziya" PKKya rêxistina terorê ye da dest pê kiribû dewam dike.

Di çarçoveya lêpirsînê da ji bo 17 kesên der barê wan da biryara qefaltinê hatibû derxistin operasyon hat kirin. Di operasyonê da Kocaman û hin HDPyî jî di nav da 14 kes hatin binçavkirin.

Ji bo qefaltina 3 gumanbarên mayî jî xebat didomin.

Di operasyonan da tivinga nêçîrê,35 gule û pirtûkên ji bo wan biryara berhevkirinê hene, belge û flaş hatin qefaltin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE