Li Diyarbekirê di operasyona dijî terorê da 6 şikbarên di amadehiya êrîşê da hatin derdestkirin, 4 bombeyên destan, teqemeniya plastîk û pergalên teqemeniyê hatin girtin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Ewlekariyê xebatên ji bo deşîfrekirina çalakiyên rêxistinê û berterefkirina terorîstan meşandin û di 16 û 18ê gulanê da li Dicleyê operasyon kirin.
Di operasyonê da Z.A, K.A, E.Y, A.Y, S.Y. û R.E. hatin derdestkirin
Di lêgerînê da 3 kîlo û 970 qiram teqemeniya amdekirî, 382 qiram temeniya hazir a diavêjin binê wesayîtan, 167 qiram temeniya di qutiyê da hatiye amadekirin, 4 bombeyên destan, amûrên pê bombeyan çêdikin, dokumentên rêxistinê û gelek amûrên dijîtal hatin girtin.
Hat tesbîtkirin ku şibaran amadehî dikirin ku bi van teqemeniyan êrîşî ciyên kontrolê yên polês û eskeran bikin.
Hat ragihandin ku hin teqemenî di goristanê da hatibûn veşartin.
Karûbarên li ewlekariyê yên şikbaran dewam dikin.
AA