Li kargeheke nav Sîteya Pîşesaziyê ya 3yemîn a ser Kayapinara navçeya navendî ya Diyarbekirê teqîn çêbû û 5 jê giran 10 kes birîndar bûn.
Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3yemîn a ser rêya Diyarbekir Rihayê di kargehekê da gorî tespîtan tupa pîşesaziyê teqî.
Gelek polês ekîbên tenduristî, agirkujî, UMKE û AFADê hatin cihê bûyerê.
10 kesên di teqînê da birîndar bûbûn bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.
Ji ber teqînê di kargehê da zirareke mezin çêbû.
Qeymeqamê Kayapinarê û wkîlê Şaredar Unal Koç û Midûrê Ewlehiya Bajêr Huseyîn Aşkin hatin cihê bûyerê û lêkolînan kirin.
Walî Munîr Karaloglu jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji 10 kesên birîndar bûn rewşa 5 kesan giran e.
Karaloglu destnîşan kir ku midaxaleyên hewce dike hatin kirin û teqîn ji ber tupa pîşesaziyê çêbûye.