Li Diyarbekirê dijî karkerên daristanê êrîşa terorê:7 şehîd,10 birîndar

Di daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn da hat diyarkirin ku li çolwarê Qulpê saet dora 18.00ê da dema ku wesayîta welatiyên ku tê da welatiyên diçûn berhevkirina êzingan hebûn terorîstên PKKyî bi teqemeniya bidestçêkirî êrîş kirin.

Li Diyarbekirê dijî karkerên daristanê êrîşa terorê:7 şehîd,10 birîndar

Walîtiya Diyarbekirê ragihand ku terorîstên PKKyî bi teqemeniya bidestçêkirî êrîş bir ser wesayîta ku tê da welatiyên gundî yên çûbûn ku li çolwarê Qulpê êzingan berhev bikin û di êrîşê da 7 welatî şehîd ketin, 10 welatî jî bi xedarî birîndar bûn. 

Di daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn da hat diyarkirin ku li çolwarê Qulpê saet dora 18.00ê da dema ku wesayîta welatiyên ku tê da welatiyên diçûn berhevkirina êzingan hebûn terorîstên PKKyî bi teqemeniya bidestçêkirî êrîş kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Terorîstên PKKyî bi teqemeniya bidestçêkirî êrîş bir ser wesayîta ku tê da welatiyên gundî yên çûbûn ku li çolwarê Qulpê êzingan berhev bikin û di êrîşê da 7 welatî şehîd ketin, 10 welatî jî bi xedarî birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên cuda yên li Qulp û Diyarbekirê. Ji bo tesbîtkirina kiryarên êrîşê hêzên ewlehiyê demildest xebatên hewce dan destpêkirin."

Hat gotin ku Xwedê rehma xwe li welatiyên ku di êrîşa menfûr da şehît ketin bike serê xizmên wan û gelê Tirk sax be.AA

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE