Li Diyarbekirê dijî Kovîd-19ê hişyariya bi Tirkî, Kurdî û Zazakî

Ekîbên girêdayî Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr û Serokatiya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bênavber kontrolên xwe yên di çarçoveya tevdîrên dijî vîrusa koronayê hatin hildan didomînin.

Li Diyarbekirê dijî Kovîd-19ê hişyariya bi Tirkî, Kurdî û Zazakî

 Ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr a Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin bi anonsên Tirkî, Kurdî û Zazakî tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ragihandin welatiyan.

Ekîbên girêdayî Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr û Serokatiya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bênavber kontrolên xwe yên di çarçoveya tevdîrên dijî vîrusa koronayê hatin hildan didomînin.

Ekîbên polêsan di çarçoveya xebatan da ji bo ku tevdîrên dijî Kovîd-19ê bên hildan ragihîne welatiyan li cihên cuda yên bajêr anonsên Tirkî, Kurdî û Zazakî kirin.

Polêsan di anonsan da hişyariya mesafeya civakî û hijyenê kirin û ji welatiyan xwestin ku guh bidin sînordarkirina derketina derva ya ku dê îşev di saet 21.00ê da dest pê bike û heta 7ê kanûna pêşîn roja duşemê saet 05.00ê dewam bike.

Di anonsan da hûrgiliyên sînordarkirina derketina derva ya ku nav hefteyê û dawiya hefteyê tê tetbîqkirin hat ragihandin.

Ekîbên zabiteyan ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li kolan û kûçeyên bajêr ên qerebalix bi 3 zimanan anons kirin û tevdîrên ku dê dijî Kovîd-19ê bên hildan ragihand welatiyan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE