Li Diyarbekirê dijî PKKya rêxistina terorê operasyon

Li Lice û Hezroya navçeyên Diyarbekirê li 6 gundan derketina derva hat qedexekirin.

Li Diyarbekirê dijî PKKya rêxistina terorê operasyon

Li Lice û Hezroya navçeyên Diyarbekirê di çarçoveya operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da li 6 gundan derketina derva hat qedexekirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, rêvebirên rêxistinê yên payebilind jî tê da ji bo berterefkirina terorîstên PKKyî û tevkarên wan ên li deverên çiyayî û daristanê yên Lice û Hezroyê, herwiha ji bo tesbîtkirina stargeh, şikeft, depo û kozikê balafirşikênan û ji bo bidestxistina alavên wan, operasyon wê were kirin.

Li herêma ku operasyon wê lê were kirin, ji bo peydakirina can û malên gel û ji bo ku welatiyên sivîl zirarê nebînin, di çarçoveya bendên qanûnê da li gundên Dolunay, Çavundur, Yalaza, Baglan û Ortaça navçeya Liceyê û li Çîtlîbaxçeya gundê Hezroyê ji îro saet 06.00î pê va heta daxuyaniyeke duyemîn qedexeya derketina derva hat îlankirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo can û malên welatiyan divê welatî guh bidin qedexeyê û hat destnîşankirin ku dîroka rabûna qedexeyê wê careke din were eşkerekirin.


AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2018, 14:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE