Li Diyarbekirê Dêra Ermeniyan a Surp Sargîs a 500 salî dê were restorekirin

Kîtabeya temîrê ya dêrê li Muzeya Arkolojiyê ya Diyarbekirê ye ku destnîşan dike, dêr di sala 1840î da hatiye temîrkirin.

Li Diyarbekirê Dêra Ermeniyan a Surp Sargîs a 500 salî dê were restorekirin

Li navçeya navendê Sûrê ya Diyarbekirê, Dêra Ermeniyan a Surp Sargîs a ku di sedsala 16emîn da hatiye çêkirin û ji ber tunebûna cemaeta wê, di nava demê da xerab bûye, dê were restorekirin da ku ji nifşên nû ra bimîne.

Dêra dîrokî ya li Taxa Elîpaşa ya Sûrê ku li ser 3 hezar û 769 metrekareyî ye û mulkiyeta wê jî li ser Weqfa Dêrên Surp Gregos ên Xidir Îlyas a Dêra Piçûk a Surp a Ermeniyên Diyarbekirê ye, ji ser va bi temamî rûxiyaye û her wiha ji ber ku di navbera salên 1950-1985an da wekî fabrîqeya birinc hatiye emilandin, di nava gel da wekî Dêra Birinc jî tê zanîn.

Kîtabeya temîrê ya dêrê li Muzeya Arkolojiyê ya Diyarbekirê ye ku destnîşan dike, dêr di sala 1840î da hatiye temîrkirin.

Bi beramberî 941 hezar û 640 lireyî va rolove û projeyên dêrê dê bên amadekirin

Di ziyareta Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan û heyeta pê ra da, ya ku par di cotmehê da ji bo Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu hat kirin, parastina dêrên Diyarbekirê jî hat rojevê ku nîşaneyên piralîbûna dînî ya bajêr in.

Ji Midûriyeta Rolove û Abîdeyan a Diyarbekirê ra telîmat hat dayîn ku projeya nûkirina dêrê bi budceya ku Serokatiya Şopandina Veberhênanan û Kordînasyonê ya Diyarbekirê (YÎKOB) dê terxan bike va were kirin.

Ji hêla Midûriyeta Rolove û Abîdeyan a Diyarbekirê va di 28ê Berfanbara 2021ê da îhale hat kirin. Her wisa bi beramberî 941 hezar û 640 lireyî va peymana îhaleyê hat îmzekirin.

Midûrê Rolove û Abîdeyan a Diyarbekirê Cemil Koç û Serokê Weqfa Dêrên Surp Gregos ên Xidir Îlyas a Dêra Piçûk a Surp a Ermeniyên Diyarbekirê Ergun Ayik li dêrê lêkolîn pêk anîn û der heqê xebatan da agahî sitandin.

Koç diyar kir, dêra ku di  16emîn da hatiye çêkirin, ji ber ku bi demê ra cemaeta wê kêm bûye, dêr jî hêdî hêdî xerab bûye û her wisa di navbera salên 1950 û 1985an da ji hêla saziyên cuda wekî depo hatiye emilandin.

Koç bal kişand ku dêr, berhemeke abîdeyî ye û lewma jî ji bo Diyarbekirê xwedî nirxekî taybet e.

Serokê Weqfa Dêrên Surp Gregos ên Xidir Îlyas a Dêra Piçûk a Surp a Ermeniyên Diyarbekirê Ergun Ayik jî diyar kir, berhema dîrokî li Diyarbekirê ji wan 2 dêran e ku li ser piyan mane.

Ayik bal kişand ku wan xebat dan destpêkirin da ku dêrê jinûva rakin ser piyan û di vê çarçoveyê da jî pîvan tên kirin û projeyên restorasyonê tên amadekirin û wiha dewam kir:

"Ev karekî giran e û maliyeta wê zêde ye. Wek weqf em nikarin ji bin derkevin. Lewma bi xîreta Walîtiya me va karê projeyê derket îhaleyê. Alîkariya Waliyê me Munîr Karaloglu zêde ye. Pir hewl dide ku ev berhem li Diyarbekirê careke din rabin ser piyan."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE