Li Baglara navçeya Diyarbekirê du tabloyên bi zêran hatine xemilandin yên ji heyama Romayê mane hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê tîmên Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê yên Fermandariya Cendireyan a Bajêr li navçeya Baglarê li du navnîşanan lêgerîn kirin.
Tîman du tabloyên ji heyama Romayê mane û di nav çarçoveyekê da hatine bicihkirin dîtin.
Der barê bûyerê da 5 şikbar hatin binçavkirin.