Li Diyarbekirê ekîb ji bo nexweşa li taxa ku rêya wê girtî bû seferber bûn

Ekîbên UMKEyê û yên 112 Bilez Tenduristiyê bo taxa ku rêya wê girtî ye, hatin sewqkirin.

Li Diyarbekirê ekîb ji bo nexweşa li taxa ku rêya wê girtî bû seferber bûn

Li Qulpa navçeya Diyarbekirê li taxa ku rêya wê ji ber berf û bagerê hat girtin, jina nexweş bi xebata ekîban rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Tenduristiya Parêzgehê, ji bo Navenda Komûtaya Tenduristiyê îxbar hat kirin ku li Taxa Ozbekê ya Qulpê Îrfan Baruta 61 salî nikare nefesê hilde û bedena wê da ber pexikên sor.

Ekîbên UMKEyê û yên 112 Bilez Tenduristiyê bo taxa ku rêya wê girtî ye, hatin sewqkirin.

Ji bo vebûna rêya taxê ekîbên tenduristiyê ji Qaymeqamtiya Qulpê alîkarî xwestin. Bi telîmata Qaymeqamtiyê û xebata ekîbên Şaredariya Qulpê va rê hat vekirin.

Ekîbên tenduristiyê xwe bi gund ra gihandin û midaxeleya ewil a Barutê kirin.

Nexweş dû ra bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qulpê ya Dr. Abdullah Birogul hat veguhestin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE