Li Diyarbekirê bi saya xebatên Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) 720 hezar dekar erazî hat avdan û debara cotkaran jî zêde bû.
Ji ber ku li Diyarbekirê 7 milyon dekar eraziyên çandiniyê heye, bajar di nav wan navendên çandiniyê yên herî girîng ên li Tirkiyeyê da cih digire.
DSÎyê xebatek dabû dest pê kirin ku 4 milyon û 210 hezar dekar erazî bê avdan, xebatên vê projeyê dewam dikin.
Midûrê Herêma 10emîn ya DSÎyê Mahir Arslan got ew di qada avdana eraziyan, vejen, ava vexwarinê û parastina lehiyê da xizmetê didin, ji bo vê jî du projeyên Kralkizi-Dîcle û Sîlvanê dimeşînin.
Arslan got hişkahiya di nav 2 salan da çêbû nîşan dide ku çandiniya bi avê û depokirina avê çiqas girîng e.
Arslan anî ziman li Diyarbekirê 421 hezar eraziyên dikarin bên avdan heye ku wan heta niha 720 hezar dekar erazî ji bo avdanê amade kiriye û ew li ser 100 hezar dekar erazî jî dixebitin ku pêşkêşî cotkaran bikin.
Arslan wiha got: "Em li qadê ne, ji bo cotkarên me bi rehetî çandiniyê bikin, çi ji destê me tê em dikin."AA