Ewlekariya Diyabekirê qedexeya derketina derva ji asîman kontrol kir.
Ekîbên Şaxa Asîmangeriyê ya Polêsan a Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, bi helîkoptera ku çavê ewlekariyê yê li asîman e va piştgirî da kontrolên qedexeya derketina derva ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ji bo 30 bajarên mezin û Zonguldakê ji bo 48 saetan hat ragihandin.
Piştî destpêkirina qedexeyê, ekîba helîkopterê ku piştgiriyê dide kontrol û sepanên li ser asta bajêr, gava rewşên biguman tesbît dike, destxwera ekîbên li xwarê agahdar dike.
Di kontrolan da diyar bû ku li ser asta bajêr qelebalixiya însanan û trafîqa wesayîtan di asta herî nizim da ye.