Li Diyarbekir, Gazîentab, Şanliurfa, Meletiye û Maraşê piştî ku di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) qedexeya derketina derva hat îlankirin kuçe û kolan vikûvala bûn.
Diyarbekir
Li Diyarbekirê piştî qedexeyê kuçe û kolan vala bûn
Li Diyarbekirê piştî ku di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da qedexeya derketina derva hat îlankirin kuçe û kolan vik û vala bûn.
Wezareta Karên Navxweyî ji bo 2 rojan li 30 bajarên mezin û Zonguldaxê qedexeya derketina derva îlan kir û li ser vê li Diyarbekirê kuçe û kolan vala bûn.
Ekîbên polêsan piştî destpêkirina qedexeyê li bajêr derketin kontrolan. Polêsan hin wesayît û welatiyên derketin derva dan sekinandin, nasnameya wan kontrol kirin agahî dan wan ku dibê herin malên xwe.
Li Sûra her tim lê xerebalixî çêdibe jî bê deng û bê his ma.
Kesên li dermanxane, firin û saziyên ji bo wan qedexe tuneye dixebitin ji serê sibê pê va çûn karên xwe.
Li rêbejaya Diyarbekir-Şanliurfa û Diyarbekir-Elezîzê jî trafîk gelekî kêm bû.
GAZÎANTEP
Wezareta Karên Navxweyî ji bo 2 rojan li 30 bajarên mezin û Zonguldaxê qedexeya derketina derva îlan kir û li ser vê li Gazîentabê kuçe û kolan vala bûn.
Ekîbên polêsan piştî destpêkirina qedexeyê li bajêr kontrol kirin.
- Şanliurfa
Li bajêr piştî destpêkirina qedexeyê bajar bê deng û bê his ma.
Xêncî wezîfedaran kes dernekete derva, trafîk dakete asta herî jêr.
Gola Masiyan ya ku turîstên xwecî û biyanî her tim ziyaret dikin xik û xalî ma.
- Meletiye
Piştî destpêkirina qedexeya derketina derva ekîbên polêsan kesên ku haya wan ji qedexeyê tunin hişyar kirin û şandin malên wan.
Rêyên ku lê qerebalixî çêdibûn vala bûn.
Dervîş Ozdîlê li navenda bajêr karê firinê dike diyar kir ku firina xwe vekirin nanê xwe pehtin û li benda mişteriyên xwe ne.
- Maraş
Li bajêr piştî qedexeyê kuçe, kolan û meydan vala bûn, her kes vekişya mala xwe.
Ekîbên polêsan karê xwe kirin û agahî dan welatiyan ku dibê li malên xwe bisekinin.
Li tevahiya bajêr trafîk û qerebalixî daket asta herî jêr.
AA