Li Diyarbekirê hilberîna kulîlkên park û kolanan

Şaredarî dê ji 3 milyonan zêdetir kulîlkên cûrbicûr hildiberîne…

Li Diyarbekirê hilberîna kulîlkên park û kolanan

Li Diyarbekirê Şaredariya Bajarê Mezin ji bo park, baxçe û kolanên xwe bi milyonan kulîlk hildiberîne. Hilberîna van kulîlkan hem kulfeteke mezin ji ser şaredariyê rakir, hem jî bi van kulîlkan bajar şîn bûn û kolan xemilîn.

Li Diyarbekirê Midûriyeta Fîdangeha Şaredariyê ev çend salên dawî ne di kon û serayên xwe de bi milyonan kulîlkan hildiberîne.

Ji amadekirina axa wan bigirin heta tov-avêtin û avdanê, hemû kar di vê fîdangehê de tên kirin.

Di fîdangehê de ji gulan bigirin heta lawantayan, ji sumbulan bigirin heta laleyan, bi milyonan kulîlkên cûrbicûr tên gihandin.

Bi saya hilberîna kulîlkên cûrbicûr şaredarî ji kulfeteke mezin xilas bûye. Hem mesrefa xwe nîvî nîvî kêm kiriye hem jî hilberîna xwe zêde kiriye.

Ji bo zivistan û havînê li vê tesîsê bi milyonan kulîlk tên hilberîn û li çar aliyê bajêr tên çandin.

Şaredariyên navçeyan jî ji vê xizmetê îstifade dikin û hewcedariyên xwe jî vê tesîsê temîn dikin.

Niha ew kulîlk li meydan û kolanan tên çandin. Bi hatina biharê re dê îsal çar aliyên bajêr bi kulîlkan werin xemilandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE