Li Diyarbekirê hişkkirina firingiyan dest pê kir

Li herêma Qerejdaxê karê hişkkirina firingiyên li ser 4 hezar û 226 dekarî dest pê kir.

Li Diyarbekirê hişkkirina firingiyan dest pê kir

Li Diyarbekirê hişkkirina firingiyên li herêma Qerejdaxê tên çandin dest pê kir.

Veberhênerên ku vî karî dikin li Qerejdaxê li ser zeviyên îcare kirine û bi cotkarên ku bi wan ra li hev kirine li ser qadeke 4 hezar û 266 dekarî meha Nîsanê firingî ajotin. Firingiyên ku çêbûne piştî tên hişkkirin dişînin çar aliyên dinyayê.

Firingiyên berhev dikin piştî telaş dikin li ser cawên sipî li ber tavê tên hişkkirin.

Xebatkar li ber kelekel û germa havînê firingiyên ji zeviyan kom dikin bi wesaîtan tînin ciyê hişkkirinê. Xebatkar firingiyan dikin du telaşan û li ber tavê radixin. Firingiyên tên hişkkirin di serî da dewletên Ewropayê û Ereban û Amerîka dişînin gelek dewletan.

Muzaffer Işikliyê vî karî dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 2 sal e li bajêr vî karî dike.

Işikli diyar kir li bajêr li ser 3 hezar û 500 dekarî firingiyên ji bona hişkkirinê hatiye ajotin û wiha got, "Me dixwest 35 ton firingiyên hişkkirî derxin, lê ji ber zîpikê ziyan çêbû û em texmîna 22 hezar tonî dikin."

Muzaffer Işikli destnîşan kir ji xeynî zeviyên îcare kiriye bi 22 cotkaran ra jî li hev kiriye û got ku ev jî ji bona wan dibe wesîleya debarê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE