Li Diyarbekirê ji bo 3 şaredariyên HDPyî peywirdarkirin

Li Diyarbekirê Şaredara Kayapinarê ya HDPyî Keziban Yilmaz, Şaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Şaredara Kocakoyê Rojda Nazlier ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da binçavkirî ne, bi destê Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hatin dûrxistin

Li Diyarbekirê ji bo 3 şaredariyên HDPyî peywirdarkirin

Li Diyarbekirê Şaredara Kayapinarê ya HDPyî Keziban Yilmaz, Şaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Şaredara Kocakoyê Rojda Nazlier ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da binçavkirî ne, bi destê Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hatin dûrxistin.

Li ewlekariyê miemeleyên Şaredara Kayapinarê ya HDPyî Keziban Yilmaz, Şaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Şaredara Kocakoyê Rojda Nazlier ku di çarçoveya lêpirsîna terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê da ji ber sûcên "endametiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" duh hatin binçavkirin, dewam dike.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku Şaredara Kayapinarê Keziban Yilmaz di çarçoveya lêpirsîna terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ya ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê" hat binçavkirin.

Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin ku Yilmaz di çarçoveya madeya 127emîn a Destûrê û madeya 47emîn a Qanûna Şaredariyê ya Jimare 5393 da û bi erêkirina Wezaretê ji wezîfeyê hat dûrxistin û herwiha şûna wê jî Qaymeqamê Kayapinarê Unal Koç wekî "Wekîlê Şaredar" hat peywirdarkirin.

Di dewama daxuyaniyê da herwiha hat balkişandin ku di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê da ku ji ber sûcên "endametiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" dewam dike, di çarçoveya madeya 127emîn a Destûrê û madeya 47emîn a Qanûna Şaredariyê ya Jimare 5393 da û herwiha bi erêkirina Wezaretê va Şaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Şaredara Kocakoyê Rojda Nazlier ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Dîsa di çarçoveya madeyên 45emîn û 46emîn ên Qanûna Şaredariyê da şûna Ayaz, Qaymeqamê Bismilê Kerem Suleyman Yuksel û şûna Nazlierê jî Qaymeqamê Kocakoyê Yasin Yunak wekî "Wekîlê Şaredar" hatin peywirdarkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 15:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE