Li Diyarbekirê ji bo 5 hezar û 300 xwendekar piştgiriya qirtasiyeyê

Qaymeqamê Yenîşehîrê û Wekîlê Şaredar Murat Beşîkçî beşdarî bernameya piştgiriya qirtasiyeyê ya jib o xwendekarên ku li Disbitana Navîn a Îmam Xetîbê ya Serpelê Şehîd Bahtiyar Er dest bi perwerdeyê kirin, bû.

Li Diyarbekirê ji bo 5 hezar û 300 xwendekar piştgiriya qirtasiyeyê

Li Yenîşehira navçeya navend a Diyarbekirê dê piştgiriya qirtasiyeyê bidin 5 hezar û 300 xwendekarî.

Qaymeqamê Yenîşehîrê û Wekîlê Şaredar Murat Beşîkçî beşdarî bernameya piştgiriya qirtasiyeyê ya jib o xwendekarên ku li Disbitana Navîn a Îmam Xetîbê ya Serpelê Şehîd Bahtiyar Er dest bi perwerdeyê kirin, bû.

Beşîkçî melzemeyên qirtasiyeyê da xwendekaran û got ku dê bi nêrîna alîkariya civakî û piştevaniyê piştgiruya eynî, neqdî, xurek, cil û berg, perwerde, tenduristî, lênêrîna li malê û yên din ên ji bo welatiyan bênavber bidomînin.

Beşîkçî ragihand ku dê piştgiriya qirtasiyeyê bidin 5 hezar û 300 xwendekarên ku li 47 dibistanên navîn ên li navçeyê qeyda xwe çêkirin.

Beşîkçî behs kir ku wek qaymeqamtî û şaredarî hemû derfetan seferber kirin û pêşiyê piştgirî dan hezar xwendekarî û got ku "Dema hewcehî çêbe em ê bi hemû çavkaniyên xwe kêmasiyên xwendekarên xwe temam bikin. Em qebûl nakin ku tu xwendekarên me bi hincetên aboriyê ji perwerdeyê paş bimînin, ji firsenda wekheviya perwerdeyê mehrûm bimînin. Piştgiriya me îro bi vê dibistanê dest pê kir û dê ji bo hemû dibistanên me dewam bike."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE