Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji ber sînordarkirina derketina derva ya ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da tê tetbîqkirin ji bo kesên ku li malê dimînin bi otobêsa servekirî çalakiya konserê li dar xist.
Serokariya Daîreya Kar û Barên Civakî û Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin ji ber sînordarkirina derketina derva ya 4 rojî ya ku di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da tê tetbîqkirin ji bo welatiyên ku nikarin li malên xwe derkevin demeke xweş derbas bikin ji roja ewil pê va konser dan û di roja dawî da jî konserên xwe domandin.
Hunermendên Konservatuvara Şaredariya Bajarê Mezin bi otobêsên servekirî stran gotin.
Diyarbekir, ji şaneşîn û paceya bi hunermendan ra stran gotin û çepik lê xistin û hat dîtin ku hin kes jî alaya Tirkan li ba dikin.AA