Li Diyarbekira ji navendên girîng ên çandiniya Tirkiyeyê ye berhevkirina pembû dewam dike û tê payîn îsal 250 hezar ton pembû ji zeviyan bê rakirin.
Pembûyê ji qada tekstîlê bigre heta rûnê pîşesazî û heywandariyê di gelek qadan da wek madeya sereke tê bikaranîn ji bo cotkarên herêmê jî deriyê debarê ye.
Sala par cotkarên pembû danîbûn bi rekolte û dahata wê kêfxweş bûn û li ser vê zeviyên pembû lê hatin ajotin îsal zêdetir bûn.
Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Mustafa Atalar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal ji ber hişkayiyê di qada dexl û dan da kêmasî çêbû lê pembû îsal jî baş bû.
Atalar ragihand ku wan sala par li ser 403 hezar dekarî pembû danîn û wiha pê da çû: "Îsal ev 527 donim e. Di qada pembû lê hat danîn da zêdebûn ji sedî 30 ye. Bi taybetî jî li navçeya Bismilê ji dekarekî di navbera 380 û 650 kîlogramî da pembû hat berhevkirin. Berhevkirina pembû dewam dike û xebatên me yên tespîtkirinê jî didomin. Dema emli zeviyan mêze dikin dibînin ku wê îsal pembû zêde be. Sala par rekolteya pembû 217 hezar ton bû û îsal wê ji 250 hezar tonî zêdetir be."
Serokê Yekîtiya Cotkarên Pembû yên Diyarbekir-Bismilê Hasan Vural jî got: "Bêder baş e û ji niha va em xêrê jê dibînin. Rûyê cotkarên me ji ber vê bi ken e û ev biha jî baş e. Him îsal û him jî par cotkarên me yên ku pembû danîbûn ji halê xwe razî ne."
Abdullah Vuralê li Taxa Korukçuya ser navçeya Bismilê cotkariyê dike jî got ku ew 50 sal e pembû datînin û bi saya pêşketina teknolojiyê va ew êdî cotkariyê jî bi awayekî profesyonel dikin û zeviyên xwe av didin.
Vural ragihand ku bi saya derfetên avdanê ew li zeviyên xwe pembû û gilgil datînin û ji dahata ji wan herduyan tê jî razî ne.
AA