Li Diyarbekirê ji xeta boriya petrolê dizî

Li Diyarbekirê ji 3 kesên bi îdiaya ji xeta boriya petrolê dizî kirine hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin

Li Diyarbekirê ji xeta boriya petrolê dizî

 Li Diyarbekirê ji 3 kesên bi îdiaya ji xeta boriya petrolê dizî kirine hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku di van demên dawîn da li dorberê Bismîlê ji xeta boriya petrolê sotemenî dihat dizîn ji bo ku pêşî li diziyê bibirin û dizan derdest bikin ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyên bajêr xebat dan destpêkirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya xebatan da ji bo 4 şikbaran dest bi teqîbatê kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji bo derdestkirina N.G, M.T, A.Y. û R.Çyên şikbar di 30yê gulanê da operasyon birin ser 4 navnîşanên li Bismîla navçeya Diyarbekir û Batmanê, ekîb li navnîşanên şikbaran geriyan delîlên karên kirine dîtin û li mala N.G. jî 2 kîlo û 600 qiram esrar girtin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku dest dan ser amûrên hatin girtin û wiha hat gotin: "Ji 4 kesên ji ber bûyerê hatibûn binçavkirin R.Ç. û M.T. hatin girtin, A.Y. bi şertê kontrola edlî hat berdan. Xebatên ji bo derdestkirina N.G.yê firarî jî hê dewam dikin."AA

Dîroka nûkirinê: 01 Hezîran 2019, 15:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE