Li Diyarbekirê kampanyaya "Ez Dînê xwe û Zimanê Xwe Hîn dibim"

Li Diyarbekirê kampanyaya "Ez Dînê xwe û Zimanê Xwe Hîn dibim"

Şaxa Diyarbekirê ya Egîtîm-Bîr-Senê ji bo ku dersên bijarte yên wek Kurmancî, Zazakî, Quran, Jiyana Pêxember û agahiyên bingehîn ên dînî ji alî xwendekar û malbatên wan va bên hilbijartin bi navê "Ez Dînê xwe û Zimanê Xwe Hîn dibim" va kampanyayek da destpêkirin.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Egîtîm-Bîr-Senê Ramazan Tekdemir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku xwendekar dikarin dersên bijarte yên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî diyar kirine heta 22ê Rêbendanê hilbijêrin.

Tekdemir destnîşan ku bi armanca xwendekar ji zimanê xwe û baweriya xwe xerîb nekevin wan bi dirûşmeya "Ez Dînê xwe û Zimanê Xwe Hîn dibim" va kampanyayek dan destpêkirin û ji bo balê bikşînin ser vê yekê jî li deverên curbecur ên bajêr broşur, wêne û afîş daliqandin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Tekdemir got:" Em dixwazin ew dersên ku xwendekar hilbijêrin bi kêrî menewiyata wan jî bên. Zimanê dayikê yê ku li Diyarbekir û herêmê tê bikaranîn ji bo ku wek ders bê bijartin em hewl didin û pêşniyaz dikin."

Tekdemir got ku ew gava ji bo bijartina dersên Kurdî hatiye avêtin gelek girîng e û ji bo Kurdî çêtir hînbûnê jî xwest ku bila mamosteyên ji wan beşan mezûn bûne, bên tayînkirin.

- Saziyên civakî yên sivîl jî piştgiriyê didin kampanyayê

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Piştgiriya Bo Mezlûm û Mafên Mirovan (MAZLUMDER) Mahmut Aytekîn jî got ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî qanûnî ye.

Aytekîn diyar kir ku di salên dawîn da ew astengiyên ji bo hînkirina zimanên din dibûn sedema zehmetiyan ji holê hatin rakirin û bi saya vê jî li dibistanan ziman û zaraveyên wek Abazakî, Adîgeyî (Kirîlî), Adîgeyî (Latînî), Ernawudî, Boşnakî, Gurcukî, Kurmancî, Zazakî û Lazkî tên dayîn.

Di berdewamiya axaftina xwe da Aytekîn got: "Em bangî herkesî dikin. Qet nebe bila derseke zimanekî bijêrin. Şert nîne Kurmancî, Zazakî be. Qet nebe bila ew ziman û zarave piçek bê hînkirin û civak kêm zêde bi hêstên hev bizanibe û hev çêtir fehm bike.

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê Komeleya Cîhannumayê Firat Arig jî bi bîr xist ku êdî li zanîngehan bi Kurmancî û Zazakî yên zaraveyên Kurdî lîsansa bilind û doxtora tên kirin û wiha domand: "Hînbûna zimanên ku wek dersên bijarte tên dayîn li gor xwestin û nexwestinê ye. Lewra heke daxwaz hebe xwendekar û weliyê xwendekaran divê ji bo zimanê dayikê yê ku pê diaxivin û li gor wan e serî li dibistanan bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE