Li gundê Sûsaya girêdayî Sîlwana Diyarbekirê ji bo 2 jê zarok 10 kesên ku di qetlîama ku 29 sal berê niha terorîstên PKKyî kesên di mizgeftê de derxistin derva û bi çekan gule barandin ser wan de mirin bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Beşdarên bernameyê gorên 2 jê zarok 10 kesên ku mela jî di nav da ye û terorîstên PKKyî 29 sal berê qetil kirin ziyaret kirin.
Piştî xwendina Qur'ana Pîorz kurtejiyana kesên jiyana xwe ji dest dan hat xwendin û dia hatin kirin.
Munir Şanliyê endamê Yekîtiya Medrese û Aliman a Diyarbekirê (Îttihadul Ulema) di bernameyê da axivî û got ku bûyer qetlîameke gelekî giran e.
Şanli nelet li terorê barand û got ku "Ev mezlûmên ku îman bi Xwedê anîne, ji bo ku dînê Xwedê serdest bikin, silm, kufr û cehaletê ji holê rakin, îlma Qur'anê hîn bibin û hîn bikin li mizgeftê bûn bi hovîtiyeke gelekî mezin hatin şehîdkirin."
Di dawiya bernameyê da mizgefta ku 10 kes lê hatin qetilkirin hat ziyaretkirin.
AA