Li Diyarbekirê kursên avjeniyê yên şaredariyê

Zarok di kursên şaredariyê de hînî avjeniyê dibin 

Li Diyarbekirê kursên avjeniyê yên şaredariyê

Havînan Ji ber germa zêde mirov bêtir dixwazin berê xwe bidin cihê hênik û avjeniyê dikin. şaredariya baxlera diyarbekirê jî ji bo welatiyan kursên avjeniyê dide. her sal bi hezaran zarok hêdî hêdî bi saya kurs û birkên şaredariyê avjeniyê hîn dibin.  

Li Diyarbekirê Şaredariya Rezanê bi slogana " Bila her kes hînî avjeniyê bibe" seferberiyek da destpêkirin. 

800 zarokên di navbera 7 û 14 salî de niha di van hewzên şaredariya baxlerê de hînî soberiyê dibin. 

Bi saya van kursan tê çaverêkirin ku hedîseyên xeniqînê jî kêm bibin. 

Zarok jî di betlaneya mektebê de beşdarî kursên avjeniyê dibin û têra dilê xwe bi avê dilîzin. 

Ev kurs rastî eleqeyeke mezin tên û hefteyê 5 rojan di xizmeta welatiyan de ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE