Li Dîyarbekirê miftîtî û navenda perwedeya gel bi hev re dersên şûştin, kefenkirin û binaxkirina miriyan didin. di kursê de bi tenê jin perwede dibin û piştî kursê wê kursîyer bibin mirîşo…
Miftîtî û Navenda Perwerdeya Gel a Yenîşehîrê ji bo jinan kursa mirîşûştinê vekir.
Di kursê de ji bo şûştin, kefenkirin û definkirinê 4 hefteyan perwerde tê dayîn û piştî dersan, kursîyer dikarin bibin mirîşo.
Hîndekara Kursê Semra Çîftçî ligel perwerdeya teorîk, 24 kursîyeran bi awayekî pratîk jî fêrî hûrguliyên vî karî dike.
Kursiyer bi dil û can dixwazin hînî şûştina cendekan bibin.
Ev kûrs li ser daxwaza welatiyan hat vekirin û siberojê ji bo mêran jî kûrsên bi vî rengî dê werin vekirin.