Li Diyarbekir û Mardînê piştî ku derketina derva di çarçoveya têkoşînên li hemberî vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) da hat sînordarkirin kuçe, kolan û cihên dîrokê yên li bajaran ji mirovan xalî man.
Sînordarkirina derketina derva ya ku Wezareta Karên Navxweyî ji bo 30 bajarên mezin û Zonguldakê heta 2 rojan îlan kiribû duh bi şev ket rewacê.
Di nav wan bajaran da Diyarbekir û Mêrdîn jî cih digirin.
Dema li bajarê Diyarbekirê tê mêzekirin tê dîtin ku çar aliyê bajêr ji mirovan xalî ye û welatî ji malên xwe dernakevin.
Li seranserê bajêr ekîbên polêsan kontrolên xwe didomînin, wesayîtên derketine rê û welatiyên li derva didin sekinandin, li nasnameyan mêze dikin.
Navçeya Sûrê ya ku ji bo tûrîstên xwemalî û biyanî navenda ger û geştê bû ji ber sînordarkirinê vikî vala ye.
Li bajêr ji xeynî nexweşxane, firne û dermanfiroşan cihên din girtî ne.
Wek navenda bajêr di rêya navbera Diyarbekir-Şanliurfa û Diyarbekir-Elezîzê da jî wesayît gelekî kêm bûn.
Ekîbên paqijkirinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kuçe û kolanên bajêr dezenfekte dikin.
Mardîn
Li Mardîna bajarê dîrokî jî ji ber sînordarkirinê kuçe û kolanên dîrokî vala man.
Kuçe, kolan û meydana ku Medreseya Qasimiyeyê û Çil Dêr jî lê ne ji mirovan xalî bû.
Ekîbên polêsan li navenda bajêr kontrolên xwe didomînin.AA