Li Diyarbekirê di çarçoveya Salvegera 106em a Roja Bîranîna Şehîdên 18ê Adarê û Serkeftina Behrê ya Çanakkaleyê da Meşa Rêzgirtina Alaya 57em hat kirin.
Di bernameya ku Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya AK Partiyê li dar xist da, welatiyan li Mizgefta Mezin a li navçeya Sûrê ku weke 5emîn Harema Şerîf a Îslamê tê zanîn, nimêja sibê kir, dia kirin û şehîd bibîr anîn.
Piştî nimêjê li welatiyan şorbe û nan hat îkramkirin.
Paşê welatiyan alaya Tirkiyeyê vekirin û ji Mizgefta Mezin heta Mizgefta Hezretî Suleyman ku tirbeyên 27 sehabiyên şehîd lê ye, meşiyan.
Şaredarê Baglarê Huseyîn Beyoglu û Serokê Bajêr ê AK Partiyê Mehmet Şerîf Aydin jî beşdarî bernameyê bûn.
AA