Li Diyarbekirê mihricana zebeşan hat lidarxistin. 43 zebeşên meşhûr ên Diyarbekirê ketin pêşbaziya giraniyê. Zebeşê adîl aydin bi 56 kîlo û 200 xiramî ve bû zebeşê herî giran.
Li Diyarbekirê, Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanan, pêşbaziya zebeşên li dar xist.
Ji bo misabaqayê, şahiyek hat lidarxistin û di şahiyê de konserek biçûk jî hat dayîn.
Ev zebeşên meşhûr ên Diyarbekirê li ber çemê Dîcleyê bi zilqa kebokan hatine gihandin.
Di nav 43 cotkaran de Cotkar Adîl Aydin bû xwediyê rekora 70 salên dawî.
Bîlmez Atlî Kara jî îsal ket rêza duyem û bavê xwe di pêşbaziyê de derbas kir.
Ev zebeşên pêşbaziyê bi xesasî tên gihandin û her yek ji wan herî kêm 30 kîlo giraniya wan heye.
Di encama pêşbaziyê de 3 cotkarên serkeftî bi pere û zêran hatin xelatkirin.
Ev pêşbazî ji bo parastina çanda zebeşan a li Diyarbekirê ye.