Li Diyarbekirê ji ber mijê 4 seferên balafiran hatin betalkirin.
Li bajêr ji serê sibê pê va mij çêbû û meriv cî bi cî ji 50 mêtreyîzêdetir nikare pêşiya xwe bibîne. Ji ber mijê 4 seferên Enqere û Stenbolê ji herdu aliyan va hatin betalkirin, hin sefer jî wê dereng werin kirin.
Ji aliyekî din va eskîbên trafîkê hişyarî da şofêran ku mesafeya xwe ya teqîbê bihêlin û bi lez û bez neçin.